Beyanata Cema'eta Hîzbûllah

Beyanata Cema'eta Hîzbûllah

Cemaeta Hîzbûllah Der Heqê Êrîşên Li Ğezzeyê De Beyanatek Weşand

Tepkiyên li ber wehşeta Îsraîl zêde dibin. Cemaeta Hîzbûllah, der heqê bombardimanên Îsraîlê de beyanatek weşand. Di beyana ku ji buroya medyaya Cemaeta Hîzbûllah hat weşandin de, hat îfade kirin ku “wehşeta Îsraîl bi salan dewam dike. Şeytanê mezin Emrîka jî bi her awayî destekê dide Îsraîl. Divê musluman li ber van êrîşên wehşî bêdeng nemînin. Hemî ehlê qiblê, mesûl in ku îxtîlaf û meselê navbera bavêjin, desteka siyasî û me’newî bidin doza Qûdsê û li ber Îsraîla dewleta terorê, bi yek cephe sef bigrin.”

Di dewamiya beyanê de wiha hat gotin “Li ber Îslam û muslumana, kufur tek millet e. Şêl û tewra îdarevanên welatên muslumanan yên muslumantiya xwe tînin ziman, zelîlî ye. Îdarevanên Tirkiyê mîna heta îro, ji niha pêve jî li ber siyonîst Îsraîl tenê tepkiyên devkî bidin nîşandan û fîîlî destekê nedin berxwedana muslumanê Filîstînê, wê li cem Xweda û li ber tarîxê, di bin webaleke mezin de bin.”

Di dawiya beyanatê de wiha hat îfade kirin “Kesên di êrîşên Îsraîl de şehîd ketine Xweda rehma xwe li wan bike, şîfa bide birîndaran. Em teziyetên xwe pêşî malbat û merivên wan dikin. Em ji Rebbê Zulcelal dixwazin û hêvî dikin ku li ser van wehşetan, siyonîst Îsraîl bi hezîmet, di wê xwînê de bixeniqîne û muslumanan muzaffer bike.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.