Beyanata Huda Parê

Beyanata Huda Parê

Partiya Doza Azad Huda Par, li ser meselên hundir û derve, beyanatek weşand.

 Partiya Doza Azad Huda Par, li ser meselên hundir û derve, beyanatek weşand.

Huda Par destek da kampanya ji bo serbestiya tesetturê û beyan kir ku, divê hikûmet li gor telebên xelkê yên biheq, pergalên hewce pêk bîne. Hefta borî li Diyarbekir xortekî 19 salî bi panzera polîs can da bû. Huda Parê da zanîn ku, cînayetên wiha ji teref hêzên ewlehiyê tên kirin, her car bêceza dimînin. Ev jî ji cînayetên din yên bêyargî re zemîn hazir dike. Divê kesên di van bêhiqûqî û zulman de sûcdar bên cezakirin.

Huda Parê xwest ku, ji bo parastina malbatê tedbîr bilez bên girtin û zîna bê yesaxkirin. Her wiha beyan kir ku, qanûna fînansmana terorê tenê ji bo menfîeta emperyalîstan e. Lazim e millet li ber vê qanûnê tepkî nîşan bide. Wezareta edaletê, divê li ser îşkenceyên di hepsan de, lêpirsînê dest pê bike. Îşkecekirina Cîhan Yeşîl, mîsalek tenê ye.

Huda Parê li ser rewşa Sûriye jî beyan kir ku, ji bo sekinandina rijandinê xwînê, gaziya diyalogê ya lîderê muxalefetê Mûaz Xetîb musbet e, feqet hikûmeta AKPê li ber vê gaziya disekine ne rast e. Hewce bû hikûmetê bi erênî lê binêriya. Şerê li Sûriyê zirarê dide hemî dewletên herêmê, tenê li gor menfîeta welatên emperyalîst e.

Her wiha hat îfade kirin ku, di hepsên siyonîst Îsraîl de gelek girtiyên Fîlîstînî, di bin şertên giran de bi ber xwe didin. Hinek ji wan ketine greva birçîbûnî. Îsraîl guhnade qanûn û hiqûqa navnetewî. Huda Par berxwedana hepsî û mezlûmên Fîlîstînê tebrîk dike. Divê alema Îslamê ji bo wan bêdeng nemîne.

Di beyanatê de li ser konferansa Ruyetî Hîlal jî hat sekinandin û hat îfadekirin ku, alema Îslamê di eynî rojê de dest bi remezanê bike û di eynî rojê de bike îd, ji bo biratî û yekîtiya alema Îslamê, wê gavek baş be.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.