Beyanata Mustezefan
“Êrîşa Li Xelkê Sivîl Bi Tu Awayî Nayê Qebûlkirin.”
Li ser hadîseya İntabê, hereketa Mustezefan beyanata medyayî weşand. Di beyanatê de, êrîşa li xelkê sivîl, hat telînkirin û hat îfade kirin ku êrîşên li gelê sivîl bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ji bo kuştiyan ji Xweda rehmet, ji birîndaran re şîfa û ji merivên kuştiyan re jî sebir hat xwestin.
Beyanata nivîskî ji teref berdevkê hereketê parêzer M. Huseyîn Yilmaz ve hat diyarî kirin. Parêzer Yilmaz wiha got “Kesên ku rêz û hurmeta wan ji Îslam û muqeddesatên Îslamê re tuneye, di cejna remezanê de vê êrîşa terorê rast kirin. Vê êrîş me pir ğemgîn kiriye. Êrîşên wiha li xelkê sivîl bê kirin, ji teref kê bê kirin bila bê kirin, êrîşên terorîstî ne. Bi vî awayî em di navbera êrîşên İntab û Roboskî de tu ferqê nabînin.”
M. Huseyîn Yilmaz wiha dewam kir “Berî niha bi gelek wesîleyan me anîbû ziman ku aliyên êrîşan divê xelkê musluman ji şerrê xwe ya îdeolojîk re neke wasîte û alet, û divê baldarbin ku xelk zirarê nebîne, divê şîddeta li xelkê û van pevçûnên ku em taswîb nakin zûbizû bi dawî bibin. Em şermezar dikin û nadipejirînin ku fatûra vê şerrê gemmar û qirêj, li xelkê me bê birîn.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.