Beyanatên Egemen Bağiş
Bağiş: Dê Ragihandina Fîlma Heqaretê Bê Meni’ Kirin
Wezîrê Yekîtiya Awrûpa Egemen Bağiş, beyan kir ku ji bo ragihandina ji fîlma heqaretê re bê meni’ kirin dest bi teşebbusan kirine.
Turkiye ji bo ragihandina ji fîlma ku heqaret li Resûlê Xweda dike bê meni’ kirin dest bi xebatên xwe kir. Filma ku li ‘Emerîka hatibû kişandin û gelek heqaretan li Resûlê Xweda dike li gelek welatên Îslamê ev demeke dirêje tê protesto kirin.
Wezîr Egemen Bağiş tevlî bernameya televizyonekê bû û pirsên di derbarê vê filmê de bersivand.
Egemen Bağiş, beyan kir ku dê ji bo ragihandina ji fîlma heqaretê re bê meni’ û qedexe kirin çi xebat lazime bê kirin.
Bağiş, dîsa beyan kir ku: Ev fîlm tu qîmet jê re nîne û rezalet e. Ji bo vê rezaletê bê qedexe kirin dê bixebitin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.