Beyanên Erdoğan Li ser Pêvajoya Vekişîna Pkkê
Serekwezîr Erdoğan berî ku Hollandayê vegere pirsin qezetevanan bersivand.
Serekwezîr Erdoğan berî ku Hollandayê vegere pirsin qezetevanan bersivand. Erdoğan gaziya Ocalan berfireh nirxand. Erdoğan go: “Pkkeyiyên ku vekişin em ewlehiyê didin wan. Ewê înfaz çênebin. Hejmara Pkkeyîyên ku wê derkevin dervî sînor di navbera 1400 û 1500edî de ne. “
Erdoğan dîsa go: “Tiştekî ku parlemento bike vêga nîne. Ji bo derketina dervî sînor tiştekî ku dikeve ser pişta Parlementoyê nîne. Hukumet çi pêwiste wê bike. Şova li Habûrê bû sedemê qedandina pêvajoya berê, em destûrê nadin ku tiştekî wisa dîsa biqewime. Vêga pêvajoyeke dinê heye. Berî niha dema Pkke vekişiya dervî sînor gelek înfaz hatin kirin. Emê nebin teşw’iqkerê înfazên bi vî awayî û emê firsetê jî nedin. Em dixwazin pêvajo bi awayê ku kesbê li huzura welat bike bi dawî bibe.”
Erdoğan dîsa go: “Dixwazin Pkkê meşrû bikin lê wê ev yek tu demî nebe.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.