Bi Bîranîna Hz Huseyîn
Li Hênê Tiyatroya Kerb û Belayê Hat Lîstin
Li Hênê ya navçeya Diyarbekir, der barê hadîseya Kerbelayê, şehadet û qiyama Hz Huseyîn û hevalên wî de, şanoya tiyatroyê hat li dar xistin. Şano bi navê Kerb û Bela hat lîstin. Milletê Hênê salonê dagirt. Bi huzn û hêstiran li şanoyê temaşe kirin.
Di programê de serekê komela Îrşad-Dera Hênê Îhsan Yaşar, der heqê wezîfe û amancên komelê de xeberdanek kir. Yaşar da zanîn ku meqseda komelê, bi emr û şiûra Quranê û bi sunneta pêxember, hişyar û îrşad kirina millet û nesla nû ye.
Bername ji teref Muzaffer Karavîl ve bi xwendina duayê bi dawî bû. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.