Bi Deh Hezaran Meşiyan Tehrîrê
Li Misrê di roja sedemînê derbeya eskerî de, ciwanên dijberê derbeyê surprîzek li cûntayê kir
Li Misrê di roja sedemînê derbeya eskerî de, ciwanên dijberê derbeyê surprîzek li cûntayê kir. Bi deh hezaran ciwan bi sloganên “Biteqiz Sîsî, Em îdara Eskerî Naxwazin” meşiyan meydana Tehrîrê. Îxwan jî destek da protestoya koalîsyona şoreşger û yekîtiya xwendekaran.
Protesto li ser medyaya sosyal hat organîzekirin. Pey derbeyê cara ewil e ku bi deh hezaran kes li ber cûnta û derbeyê dimeşin Tehrîrê. Ciwanên şoreşger berdana Muhmemmed Mûrsî û kesên girtî xwest.
Li aliyê din operasyonên cûntayê yên li ber mensûbên Îxwan û kesên dijberê derbeyê jî dewam dikin.
Ebdurrehmanê kurê Yûnûs Serhanê lîderê Îxwan yê li Benî Suweyfê, ji teref hêzên cûntayê ve hat desteserkirin. Li bajarê Nasirê 2, li Şerqiyyeyê 3, li Benî Suweyfê jî 3 kes hatin desteserkirin.
Her wiha wezîrê weqfan yê Misrê bi rêkûpêkkirinê, 2 mensûbên Îxwan ji konseya bilind ya karên Îslamî derxistin.
(Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.