Bi Eşqa Pêxember Çû Ba Xweda

Bi Eşqa Pêxember Çû Ba Xweda

Evîndara pêxember Sumeyye Çelîka 16 salî, ji Şirnexê bi dêw bavê xwe û merivên xwe hatibû bernama mewlûda pêxember ya Diyarbekir. Alaya tewhîdê di destan de, tekbîr û selewat di dev de dihat meydana mewlûdê.

Evîndara pêxember Sumeyye Çelîk a 16 salî, ji Şirnexê bi dêw bavê xwe û merivên xwe hatibû bernama mewlûda pêxember ya Diyarbekir. Alaya tewhîdê di destan de, tekbîr û selewat di dev de dihat meydana mewlûdê.

Li parka Newrozê, gava ku alaya di destê xwe de bilind dike û dihejîne, doxê alayê bi têlên cereyanê dizeliqe. Aşiq û dildaya pêxember, birîndar radikin nexweşxanê. Ev du roj bû ku li fakulteyê dihat tedawî kirin. Îro çû ber rehma Xweda.

Evîndara pêxember Sumeyye Çelîk, li Şirnexê diçû mekteba lîseya îmam xetîbê sinifa yekê. Par û pêrar di çend bernameyên mewlûda pêxember de, bi xwendina helbestê, eşq û evîna xwe ya ji bo pêxember diyar dikir û bi vê eşqê dihat naskirin.

Malbata bangaheq, jê re rehm û razîbûna Xweda, ji malbat û merivên wê re jî sebr û semağê niyaz dike. Rebbê alemê wê bi razîbûna şad bike û bi eşq û şefaeta Hebîbê xwe heşir bike. bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.