Bi Hizûra Îslamê Hewce Heye

Bi Hizûra Îslamê Hewce Heye

Însan û civat, çiqas ji me’newiyet û hizûra Îslamê dûr dikeve, ewqasî serxoş û wehşî dibe

Însan û civat, çiqas ji me’newiyet û hizûra Îslamê dûr dikeve, ewqasî serxoş û wehşî dibe. Facîa û hadîseyên malbatî û dilsoj diqewimin. Heyata moderna ğerbî, dûrketina ji edeb û exlaq û îbadetê, dibin sebebê wehşetê.

   Do li Îzmîr û Samsûnê, 2 hadîseyên dilsoj qewimîn. Li Îzmîrê li Gokçena beldeya navçeya Tîreyê, zilamekî bi jina xwe re niqaş kir. Jina wî çû mala bavê xwe. Zilamê wê rahişt tifinga pompeyî û çû jina xwe kuşt. Dûre hat her du kurên xwe yên 5 û 3 salî kuştin, piştre jî gule bera xwe da û xwe jî întîhar kir.

   Li ser hadîseyê tîmên cendermê, hatin devera hadîseyê, kesên kuştî ji bo otopsiyê rakirin morga saziya tibba edlî ya Îzmîrê.

   Li Samsûnê jî, jineke ku wê û mêrê wê hevûdû berdabûn û li cem diya xwe dima, agir bi malê xist û bû sebebê mirina xwe û diya xwe. Hadîse danê êvarê qewimî. Hat gotin jina han, ewilî xweha xwe bi tifingê birîndar dike û dûre jî diya xwe birîndar dike û agir bi malê dixe.

   Di hadîseyê de jinik û diya wê can didin, xweha wê jî bi alîkariya cîranan, birîndar xelas dibe. Cesedên her duyan rakirin morgê û li ser hadîseyê lêpirsînê dest pê kir

                               BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.