“Bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin hişê welatiyan tevlîhev bikin”

“Bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin hişê welatiyan tevlîhev bikin”

Şamîl Tayyarê Parlamentea Entabê yê AK Partiyê destnîşan kir gelek zêde parlamenterên CHPê dema ku kampanyaya referandûmê birêve dibin bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin serê welatiyan tevlîhev bikin.

Parlamenterê Entabê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar li Entabê di bergeha xebatên referandûmê de beşdarî bernameya ‘Sohbetên Cemiyetê’ ya ku ji teref Cemiyeta Çapemeniya Entabê ve hat tertîpkirin bû. Tayyar di bernamê de parlmenterên CHPê rexne kir.

 “Armanca wan tevlîhevkirina hişê welatiyan e”

Tayyar di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Kemal Kiliçdaroglu û gelek parlamenterên CHPyî dema ku kampanyaya referandûmê  birêve dibin  bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin hişê welatiyan tevlîhev bikin. Tayyar dû re wiha pê de çû: “ Mirov dikare hinek ji van bi nezanî û cehaletê îfade bike, lê exlebeyê van tu eleqeya wan bi cehalet û nezaniyê  tuneye. Lewra bizanebûn dikin. “Bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin serê welatiyan tevlîhev bikin.”(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.