Bi Munasebeta Sersala Hicrî Helbestek Li Ser Evîna Pêxember (s.x.l)
Bi Munasebeta Sersala Hicrî Helbestek Li Ser Evîna Pêxember (s.x.l)!
Medîne
Medîne xweş Medîne
Xwezî bi ên te dîne
Medîna fexrê ‘alem
Muhammedê Emîn e
Selatûllah 'eleyhî
Selamûllah 'eleyhî
Me dûr neke îlahî
Ji wî şahê emîn e
Medîne ya munewwer
Ciyê rewda mutehher
Ciyê şahê muzeffer
Muhammedê Emîn e
Selatûllah 'eleyhî
Selamûllah 'eleyhî
Me dûr neke îlahî
Ji wî Şahê Emîn e
Gulîstana gula ye
Beheşta bulbula ye
Ciyê şahê dila ye
Muhammedê Emîn e
Selatûllah 'eleyhî
Selamûllah 'eleyhî
Me dûr neke îlahî
Ji wî Şahê Emîn e
Gula bağê evînê
Gula cîhan û jînê
Xwedyê textê Medînê
Muhammedê Emîn e
Selatûllah 'eleyhî
Selamûllah 'eleyhî
Me dûr neke Îlahî
Ji wî Şahê Emîn e
(17 Şe’ban 1427/ Mela Mizgîn)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.