Bi Ser Qetlîamê Re Salek Derbas Hê Sûcdar Nehatiye Eşkere Kirin(!)
Bi Ser Qetlîamê Re Salek Derbas Hê Sûcdar Nehatiye Eşkere Kirin(!)
Di 28ê Kanûna 2011an de, jetên herbê yên Tirkiyê, bombe barandibûn ser gundiyên Roboskî û Bêjûh. 34 welatiyên mezlûm û bêsûc, bi xwînxwarî hatin qetil kirin. Hema bêje hemî jî zarok û ciwan û xwendekar bûn. Ji wê rojê heta niha ne ji hikûmetê peyvek derdikeve ne ji eskeriyê. Helbûkî kesên zalim û qatil eşkere ne. Lewra kesên emir daye, kesê êrîş kirine bellî ne.
Heta der heqê qetlîam û komkujiya van gundiyan de, di medya Emrîka de jî xeber hatin weşandin. Eskerî her çiqas van xeberan înkar kir jî, medya Emrîka li ser wan îddîayên xwe sekinî bû.
Ne komîsyona meclîsê, ne lêpirsîna sersewcîtiya Diyarbekir, ne jî îfadeyên eskeriyê, tu kesî qani’ nekir, dilê tu kesî xweş nekir. Ne uzir hat xwestin, ne jî bi qasî bihostekê di lêpirsînê de pêşveçûn çêbû. Tenê şek û guman û nebawerî hatin ser hikûmet û meclîs û eskeriyê.
Ev 12 meh e ku dêw bavên van mezlûman dilêş, xemgîn, bi kul û keder in. Gundî didin zanîn ku eger failên cînayetkar bêceza bimînin, wê barbikin herêma Kurdistanê. Hat îfade kirin ku gundiyan wergirtina perên tezmînatê jî red kirine.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.