Bi teşebûsa HUDA PARê problema tercîhkirina zaravaya Zazakî ya zimanê Kurdî hat çareserkirin

Bi teşebûsa HUDA PARê problema tercîhkirina zaravaya Zazakî ya zimanê Kurdî hat çareserkirin

Kesên ku dixwastin li polên 5-6-7 û 8an di bergeha dersên bijarte de zaravaya Zazakî ya zimanê Kurdî bihilbijêrin nikaribûn serîlêdanên xwe bikin; lewra zaravaya Zazakî wek ders di daxwaznameyê de cî nedigirt.

Parlementerê HUDA PARê û Namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin ê Diyarbekirê Faruq Dînç ji bo mesele û problema mewcûd bê çareserkirin bi wezaretê re hevdîtin kir.

Dînç derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û got ku ew derbarê mijarê de bi wezaretê re hevdîtin kirine û di encama hevdîtina ku hatiye kirin de problema mewcûd hatiye çareserkirin û kesên ku bixwazin dikarin zaravayê Zazakî ya zimanê Kurdî wek dersa hilbijartî hilbijêrin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.