Bi tonan komir hat bidestxistin
Li Dîlokê kontrolkirina wesayîtan pêk hat. Di encama kontrolkirinê de 337 ton komirên qeçax ên ku dê bihatiba firotin hat bidestxistin.
Li ser Rêbeja Dîlok-Nîzîpê di encama kontrolkirina ku pêk dihat de 337 ton komirên qeçax ên ku dê bihatiba firotin hatdîtin.
Hat ragihandin ku tîmên Midûrtiya Bajêr ê Hawîrdor û Bajarvaniyê û Serokatiya Daîreya Zabiteyên Şaredariya Mezin dest danîne ser komirê. Her wiha hat destnîşankirin ku komiran ji vir kişandine Depoya Yedîemînêya li Sîteya Komurculerê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.