“Bi van kemînan biratiya civakê tê hedefgirtin”
ENQERE - Serokwezîr Bînalî Yildirim di derbarê êrîşa ku li Stenbolê hat kirin de destnîşan kir “Em dizanin ku bi van kemînan biratiya civakê tê hedefgirtin.”
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di Civîna Komî ya Partiya xwe ya ku li TBMMê hat tertîpkirin de axavtinek kir. Serokwezîr Yildirim di axavtina ku kir de di derbarê êrîşa ku li Stenbolê hatibû kirin de diyar kir “Em dizanin ku bi van kemînan biratiya civakê tê hedefgirtin. Ew hov û kesên ku van tiştan bi wan didin kirin hewil didin hizûr û aştiya civaka me xera bikin.”
Yildirim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir diyar kir ger ku li wext û mekana êrîşê bê dîqetkirin dê armanca êrîşê bê fêmkirin. Yildirim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi vê êrîşê tê xwestin cudahiya mezheb û qewmî bê destpêkirin. Pêwîst e ev cudakirina terorê ya di heyata me de esle me nede şaşkirin. Ji ber vê yekê divê em mezin û biçûk temam hişyar bin. Em dizanin ku bi van kemînan biratiya civakê tê hedefgirtin. Ew hov û kesên ku van tiştan bi wan didin kirin hewil didin hizûr û aştiya civaka me xera bikin. ” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.