Bi wesîleya HUDA PARê malbatên hisûmetdar li hev hatin

Bi wesîleya HUDA PARê malbatên hisûmetdar li hev hatin

Komîsyona Lihevanînê ya Serokatiya Navçeya Qosera Mêrdînê ya HUDA PARê li Qoserê malbatên Çelîk û Korhan ên ku bi hisûmet bûn li hev anî.

Ji teref Komîsyona Lihevanînê ya Serokatiya Navçeya Qosera Mêrdînê ya HUDA PARê û ji teref Mesûd Demîrê ji rîspiyên heremê li Qoserê malbatên Çelîk û Korhan ên ku berî vê 2 mehan di nav wan de  hisûmet rû dabû li hev anîn.

Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Elî Buyuk ji hemû kesên ku keda wan di vê lihevkirinê de heye re teşekur kir û teleb kir ev aştî û lihevanîn bibe wesîleya xêran. Piştî diaya ku Mela Elî xwend re her du malbat di hizûra şahidan de destên hev girtin û li hev hatin.

“Sulh her tim bi xêr e û li gor menfeat û feydeya civakê ye”

Piştî livehanîna ku hat kirin re Serokê Komîsyona Lihevanînê ya Qoserê yê HUDA PARê Nureddîn Geşgîn  ji rojnamegeran re daxuyanî da.  Geşgîn di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber muracata ku li partiya me hat kirin em jî mudaxilî meselê bûn. Hemd ji Xwedê re di demeke kurt de bûyer mezin nebû û bi aştiyê bi netîce bû. Ji ber vê yekê em ji her du terefan re jî teşekur dikin. Xweda ji wan razî be. Em bang li milletê xwe dikin sulh ji her tiştî muhîmtîr e.”

Mesûd Demîrê ji rîspiyên heremê ye û ji lihevhatinê re bû wesîle di derbarê mijarê de wiha got: “ Em digel HUDA PARê çûn ba Hecî Zubeyrê mezinê mala Çelîkan. Sax bin her du malbat jî me neşkandin. Ez li ba we ji her du malbatan û ji hemû kesên ku keda wan di aştiyê de heye re spas dikim. Xweda xêrên wan qebûl bike. Rebbê me cardin van êş û eleman nîşanî me nede.”

 “Em xeyret bikin da ku xortên we bi exlaqeke Îslamî mezin bikin”

Demîr di dawiya axavtina xwe de ji hemû kesî rica kir da ku li ser xortan bisekinin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji we rica dikim, bila hemû kes li ser xortên xwe bisekine û bila hemû kes xeyret bikin da ku xortên xwe bi exlaqeke Îslamî mezin bikin.”(ÎLKHA)






































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.