Sizden Gelenler

Sizden Gelenler

Bihar e Rehmet Dibare

Bihar e dew li dar e.

Gava pezê şivana, ji deşt û beyar û zozana, bi ziktêr were ser avdana, guhantije here ber destê bêrîvana, û bidoşin bidoşin bi satil û elba, rojê sê car û sê dana, xurîniya şivên li berê, şîrdanka bêrîvanê jî di têrê li ser kerê... Tê bêjî çi qas xweş e.

Gava ciwan xwe berdin guher û newala, berevkin bilbizik û pîvoka bi hela hela. Bi kovark û kerenga, dagrin cuher û çewala. Bilîzin bi sê qûçkê û sê gavê, bazdin ber kaniya, dakevin serê aviya, bi qilûsk vexun ji saravê, biqeşêrin kardî û kerenga, xîlok û sipinga... Lo tê bêjî çi bi kêf e.

Gava barebara karik û berxika, bê ji nav gelî û girika, çav bi col û keriyê pez bûn, bi barîn hemî bi lez û bez bûn, bazdin nav mîh û bizina, bên dankirin piştî dotina, dengê kew û kevoka, tîtî û çikçikoka, gabelek û kerole û zerdola, bi xwendina gûyîn û şalûl û bilbila, alan bike ji zinara li çar hêla... Ma çi aheng û senfonî û melodî ye gelî hevala.

Lewra bihar e. Rûnê nivişk bixwe bi dimsê, qatix dikeve dewsê. Ne nîrê nêçîrê ye, kurketina teyr û tuyûrê ye. Teyr û teba, nebat û dar, ji nû ve jîndar e. Madem fesla bihar e seranser, de kam selewat bînin li pêxember...

Bihar e, lihevanîn çi xweş kar e.

Gava mîrê eşîrê, ağê gund û tax û êlağê, maqûlê kom û civatê, sermezinê şêwr û xebatê, ji bo lihevanîna zilamên du aliyan, li mal û hêwan û salona civiyan, ê rûniştin li ser sedera, ê pal dan li ber mîndera, xêrhatin û merheba, silamet û serçava...

Gava ğûlama, bi cezwe û fîncana ji kerema, bînin qehweke tal û mirr, bi sincire peyv û ceger û hundir, pey re germ bibe galgala û şêwir, peyv li peyvê rû li rûyê bizîvire, ne dengbêj bi hunêrin ne stranbêj bisitirin, mesele giran e, şert û şirût tenê bihêwirin...

Gava dema şêx û mela bibin nazir, sekan û aşbûnî dîwanê dagir, ji cemheta hazir, kes xwe ne gagewirîne, kîn û buğd û ğeydê biqewirîne, seyda li nava dîwanê, bixwîne yasîn û er-rehmanê, mêr û zilamên her du dijmina, ber xatrê Xwedê û pêxember û mezina, bidawî bikin dijmintî û gazina, maçîkin Quranê, yek bi yek derbas bin di bin wê re li salon û hêwanê, selewat bilind bin, wech û dil geş û rind bin...

Gava dûre were goştê sorkirî yê li ser birincê, li berê dewê cemidî û ava sarincê, rêz û hurmeta şêx û mela, qedr û qîmeta mezin û maqûla, zêde bê girtin û dîtin, ğûlam bêje ağê min kerem ke, şagirt bêjin mîrê min kerem ke, murîd bêjin şêxê min kerem ke, feqî bêjin seyda kerem ke, mîr û axa kerem bikin mela û şêxa..

Gava her kes hevûdin himêz kin, hubb û dostanî rêz kin, dijmintî vemrînin, rik û nefretê bitemrînin, biçûk ji mezina re bêjin ez benî, ez bi gorî, ez bi qurban, ez bi heyran û li dora wan perwane bin... Lo birano! Hunê bêjin çi qas xweş e, çi şahî û şênahî ye. Lewra bi Mûhammed (‘e.s), safî dibin hemî zehmet.

Fesla bihar e, rehmet dibar e, dil bi coş e, qisûr bipoşe, dostanî germ e, şerbet û şêranî nerm e, ğeyd û ‘ewanî şerm e. Madem fesla bihar e seranser, de kam selewat bînin li pêxember...

Bihar e heyat candar e.

Gava dara mişmiş û sêvê, xox û bihêvî bişkuvin, gulşîlan sipî û sor bin, gilyaz û qeresî sor û mor bin, gûpik û çîçek û kulîlk vebin, şên bibin gul û gulîzar, solîn û lalezar, binefş û beybûn û nesrîn, nêrgîz û sosin û asmîn, rez di bin birîn û kesaxê, merdan têkeve nav baxçe û baxê, kanî û sereb der bin, çem û cobar bi ger bin, cotkar li ser gîsn û halet, mijane l-ser rast û rahet, hechecik werin ji germahiyan, legleg dakevin ser bilindî û baniyan, pale herin ‘eşêfê, cenan bikin keşêfê, pîrê li nav pel û pincar, bide hev tolik û pirpar, gurzê gîha bi rêsî bin, lod û dêzî dewisî bin, zarok her ro, bixun firo, li nav mêrg û zêrçina, bi şahî û mirçina, bîna ax û gulzara, belav be ji deşt û berwara, der û dor, şên û mor, hewa xweş û nermayî, carna tav carna ewrayî, derûdor bîna bihar be, alûce û bihîv li dar be, hewq û avî û medreb bibin xet bi xet, av bê ser wan şet bi şet, çi ked û kar e, çi debar e, çi adar e çi nîsan û gulana şêndar e, lewra bihar destpêk e yekser, madem fesla bihar e seranser, dekam selewat bînin li pêxember.

Çawa bihar ji bo teyr û nebat, ji nû ve dibe destpêka heyat, weladeta Muhammedê seyyîdê kaînat jî, ji bo hîdayet û rizgariya însaniyet, bûye destpêk û mizgîn û mîlat. Madem bihara heyata me, xelata me hat, de kam em bi hev re bînin selewat.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.