Bihayê penêr a goştê sor derbas kir

Bihayê penêr a goştê sor derbas kir

Ji ber şert û mercên jiyanê yên zehmet û ji ber zemên ku her roj li heqê xurek û erzaqan tê kirin xelq êdî nizane çi bike.

Yek ji wan tiştên xurekê yên ku bi zêdebûna heqê xwe balan dikşîne li ser xwe penêr e. Însanên ku heqê penîr a rojane dibînin li xwe heyirî dimînin û nizanin çi bikin. Lewra bi zamên dawî yên ku hatin kirin heqê penîr heqê goştê sor derbas kir.

Kesên ku karê penîrfiroşîyê dikin destnîşan dikin, di dîrokê de cara ewil ew dibînin ku heqê penîr heqê goştê sor derbas kiriye ku ev yek jî însanan pir zêde mexdûr dike.

Sadullah Turkê ku li Êlihê karê penîrfiroşîyê dike derbarê mijarê de got ji ber ku heqê êmê heywanan zêde bûye heqê penîr jî pir zêde bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku dewlet desteke baş nade kesên ku heywanan xwedî dikin heqê penîr pir zêde dibe. Ji ber ku heqê penîr pir zêde bûye muşterîyê min ê ku her car 10 kîlo penîr distand a niha 2 kîlo penîr distîne.

Penîrfiroşekî din ê bi navê Mehmet Alî Yanaç jî derbarê mijarê de destnîşan kir di van pêlên dawî de heqê penîr pir zêde bûha bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi ya min ji ber ku nema weke berê însan heywanan xwedî nakin heqê penîr zêde dibe.Wekî din bi ya min divê dewlet destekê bide kesên ku heywanan xwedî dikin.”

Qesabê Êlihî yê bi navê Turan Songur jî balan kişand li ser heqê penîr û derbarê mijarê de got: “Di dîrokê de cara ewil ez dibim şahid ku heqê penîr heqê goştê sor derbas dike.Ev yek problemeke mezin e. Divê desteke ciddî û mezin ji wan kesên ku heywanan xwedî dikin re bê dayîn.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler