Bila Dîcle EDAŞ wezîfa xwe bi cî bîne

Bila Dîcle EDAŞ wezîfa xwe bi cî bîne

Li Diyarbekirê hemwelatiyên ku li taxên wan deriyên trafoyan vekirîne ji rewşê rebertek nîşan dan û destnîşan kirin bila rayedar wezîfeya xwe bi cî bînin.

Li Taxa Selahattîn Eyyûbiya Baglara navçeya Diyarbekirê ji ber ku deriyên trafoyên ceyranê vekirîne  dibin sedemên xetereyên cûrbecûr. Nîştecihên taxê ji ber ku deriyên trafoyan vekirîne  ji rewşê bertek nîşan dan û diyar kirin ew her roj bi tehlûke re rûbirû dimînin.

Di trafoya ku li kêleka Dibistana Destepêkê ya Arîf Emînogluyê ya li bi  Sîteya Batikentê hat dîtin ku pişîkek bi ceyranê ve maye û telef bûye.Nîştecih di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew bûyerê ji DEDAŞê re vegotine lê tu kes bi mijarê re eleqedar nebûye.

Mehmet Beşîr Yilmazê ji nîştecihên taxê  di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ger derî venekirîbana dê pişîk nediket hundirê trafoyê. Hayde dev ji pişîkê berda, her roj însan bi vê xeterê re rû bi rû dimînin. Ger zarokeke biçûk were bi vê bileyze û pê ve bimîne ew ê netîceya wê bibe facia. Mezin be jî ew ê ceyran wî bigre. Divê mirov haya xwe ji van bike. Bila Dîcle EDAŞ qisûrê mêze neke lê wezîfeya xwe bi cî nayîne.”

“Ji bo zarokan pir tehlûke ye”

Zîlal Kartala ku xwendevan e destnîşan kir ji bo ku ew biçe mektebê her roj ji ber van trafoyan derbas dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li kêleka me telebeyên mekteba destpêkê hene. Ev yek ji bo zarokan pir bi tehlûke ye. Dibe ku zarok werin. Li vê derê pev diçin. Di dema pevçûnê de dibe ku bi ceyrana trafoyê ve bimînin. Pişîk miriye. Di vî halî de dîtina pişîkê pir pîs e.”

“Bila Dîcle EDAŞ wezîfeya xwe bi cî bîne”

Ji xwendekaran kesa bi anvê Helîn Bayir jî wiha axivî: “Bila Dîcle EDAŞ wezîfeya xwe bi cî bîne. Ev rewş dilê mirov dixelîne û li kêlekê jî mekteb heye. Zarok li van deran pev diçin û dibe ku biekvin û bi ceyranê ve bimşnin. Dîcle EDAŞ qet wezîfeya xwe bi cî nayîne.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.