Bila Qedexa Tesetturê û Perwerdehiya Têkel Rabin
Platforma gaziya bi bal tesetturê ve TESÇAĞ a temsîlkara Qoserê, bi beyanata medyayî ya girseyî, telîmatnameya kinc û bergan ya wezareta perwerdehiya mîllî protesto kir.
Platforma gaziya bi bal tesetturê ve TESÇAĞ a temsîlkara Qoserê, bi beyanata medyayî ya girseyî, telîmatnameya kinc û bergan ya wezareta perwerdehiya mîllî protesto kir.
Millet bi tekbîr û sloganan tevlî protestoyê bûn. Zulm û yesaxa li ser tesetturê şermezar kirin. Beyanata medyayî ji teref Îbrahîm Bahadûr ve hat xwendin. Bahadûr wiha got “Sernixumandina qîz û jinan, çawa di hemî dînên semawî de ferz e, di Îslamê de jî ferz e. Heqê her kesî goya didin wan, lê çima heqên kesên bawermend û dîndar nadin wan. Ev tewr û şol, xizmeta ji kê re ye?”
Bahadûr di dewamiya xeberdana xwe de wiha peyivî “Em dixwazin ku di perwerdehiyê de, tercîhên weliyan berbiçav bibin. Divê bîr û bawerî û nasnameyên etnîkî yên xelkê, bi qanûnê têkevin bin temînatê, polîtîkaya red û înkarê bidawî bibe.”
bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.