“Bila Qîzên Girtî Bên Berdan”

“Bila Qîzên Girtî Bên Berdan”

Yekîtiya alimên Misluman ya dinyayê, cezakirina 24 qîzên protestovanên Misrî şermezar kir

Yekîtiya alimên Misluman ya dinyayê, cezakirina 24 qîzên protestovanên Misrî şermezar kir. Yekîtiyê xwest ku 14 qîzên protestovanên girtî yên li wan 11 sal cezayê hepsê hatibû birîn bên berdan.

   Beyanat bi îmza serokê yekîtiyê Yûsûf Qaradawî û sekreterê yekîtiyê Elî Qeredağiyê hat weşandin. Di beyanatê de wiha hat îfadekirin: “Yekîtiya alimên misluman, me’mela li jinên ku li dinyayê ji bo azadî û şerefê ber xwe didin û nexasim li Misrê cezabirîna 11 salan ya ku ji ber protestokirinan li 14 qîzên xwendekar hatiye birîn, şermezar dike.”

   Di beyanê de, ji saziyên heqên însanan yên li seranserê dinyê hat xwestin ku destekê bidin jinên ku li Misrê micadela edalet û şeref û hurriyetê dikin.

   Li aliyê din li Misrê, ji bo 24 kesên binçavkirî yên qanûna numayîşan protesto kiribûn, bi qasî 15 rojan qirara girtîbûna îhtiyatê hat dayîn. Li Qahîreyê, ji bo parastina protestovanan 60 parêzer ketin celseyê. Li ber mehkemê jî grûbekê destek dan protestovanan.

   Her wiha li 210 xwendekarên zanîngeha Ezherê, di navbera mehek û salekê de cizayên bidûrxistina ji mektebê hatin birîn.

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.