Bila Rojeva Me Quran Be

Bila Rojeva Me Quran Be

Ji bo qursên Quranê yên havînê, amadehî temam in. Divê camî bi xwendina Quranê û bi zarokan şên bibin.

Ji bo qursên Quranê yên havînê, amadehî temam in. Divê camî bi xwendina Quranê û bi zarokan şên bibin. Lewra di tatîlê de zarokên ku ne di atmosfera me’newiyetê de bin, wê ji edeb û exlaqê xweş dûr bin. Qezeta Doğruhaberê bal kişand ser vêya ku divê rojeva me Quran be.

Her sê mehên mubarek ji bo hizûr û silametiya heyata însan û millet, ji bo seadet û menewiyeta însên pir hewce ne. Lê li Tirkiyê her sal bi hinek tiştan nahêlin ku millet têkevin bin vê atmosfera me’newî.

Alîkarê miftiyê Stenbolê û mesûlê qursên Quranê Mehmet Yaman da zanîn ku, ji bo perwerdehiya me’newî ya zarokan, wezîfeyên giran dikevin ser milên mezinan. Yaman wiha got “Wê qursên Quranê yên havînê li gorî eksena mihebetê bên meşandin. Em her kesî dawetî camiyê dikin ku, Quranê hîn bibin.”

Mela Enwer Kiliçaslan jî diyar kir ku, divê rojeva me Quran be û hinek şîret li malbatan kirin. Mela Enwer hedîsa pêxemberê me anî ziman û wiha got “Hûn hemî şivan in û hûn hemî ji şivantiya xwe û ji keriyên xwe mesûl in. Li ser dê û bavan ferz e ku, zarokên xwe li ser terbiyeke xweş rakin.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.