Bîranîna Erbakan Xoca

Bîranîna Erbakan Xoca

Ji serekwezîrên kevn Necmeddîn Erbakan Xoca, di salvegera wefata wî ya duyem de, li Konyayê bi rehmet hat bîranîn.

Ji serekwezîrên kevn Necmeddîn Erbakan Xoca, di salvegera wefata wî ya duyem de, li Konyayê bi rehmet hat bîranîn. Bernama bîranînê li merkeza çandê ya Mewlanayê hat lidarxistin.

Di programê de rêhevalên wî, di heqê jiyan û xizmetên wî de xeber dan. Serekê partiya Seadetê Mustafa Kamalak, di xeberdana xwe de beyan kir ku, ji hilbijartinên 1995an heta wefata wî, bi hev re bûne. Ji lew wî ji nêz ve nas dike. Kamalak wiha got “Erbakan Xoca, muminek semîmî bû, muslumanek bi îxlas bû. Guhdida îbadetên xwe. Zekî û jêhatî bû.”

Mustafa Kamalak da zanîn ku, rehmetî Erbakan Xoca ji bo alema Îslamê xizmet kirine, esasê gelek febrîqa danine û di gavên sanayiyê de gelek xebat kirine.

Kurê Erbakan Xoca Fatîh Erbakan jî, di xeberdana xwe de îfade kir ku, bavê wî ne qawetê lê belê heqiyê, bilindtir û qîmettir girtiye.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.