Birayê şehîdê Qudsê Ramazan Saklanan: Ji alîyekî ez kêfxweş im ji alîyekî jî xemgîn im

Birayê şehîdê Qudsê Ramazan Saklanan: Ji alîyekî ez kêfxweş im ji alîyekî jî xemgîn im

Ramazan Saklanan ku birayê Hesen Saklananê ku li Qudsê ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hatîye şehîdkirin e, îfade kir ku birayê wî bi armanca gerê çûye Qudsê û li wê derê şehîd ketîye.

Hasan Saklanan ku li gundê Kepeza Xelîlîyeyê meletîyê dikir, 34 salî bû û bavê 4 zarokan bû.

Saklanan doh ji ber qetlîamên li Xezzeyê ji leşkerên îşxalkeran re bi kêrê çalakîyek li dar xist û dûre ji teref terorîstan ve hat şehîdkirin.

Îro li Rihayê ji bo Hesen Saklanan nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin.

Ramazan Saklanan ku birayê Hesen Saklanan e, piştî nimêjê hêstr û ramanên xwe anît ziman.

“Armanca wî cîhad û herb bûye”

Saklanan, “Ew ji dîya min re gotîye ku ew bi hevalên xwe yên xoce re ji bo gerê biçe Qudsê. Hevalên wî bi armanca gerê çûne. Lê armanca wî jî cîhad bûye. Nîyeta bi vê şeklê bûye. Haya hevalên wî ji vêya tinebûye. Ew armanc kirîye ku bi rêya gerê biçe li wê derê û li wê derê cîhadê bike. Bi îzna Xwedê ew gihaşt armanca xwe. Xwedê şehadeta wî qebûl bike. Ez ji alîyekî kêfxweş im, li alîyekî jî xemgîn im.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.