Birêveberîya Hîndistanê mizgefteke dîrokî xera kir

Birêveberîya Hîndistanê mizgefteke dîrokî xera kir

Birêveberîya Hîndistanê ya ku di demên dawîn de bi neyartîya Îslamê balan li ser xwe dikşîne, mizgefteke dîrokî ya ku li wîlayeta Uttar Pradeshê ye bi beheneya ‘firehkirina rê’ da xerakirin.

Birêveberîya Hîndistanê hedefgirtina Îslamê û Misilmanan didomîne. Rayedarên Hîndî yên ku di çend rojên dawîn de qerara xerakirina malê bi hezaran Misilmanan girtibû, ji ber xerakirina mizgefteke dîrokî bertekan li ser xwe kişand.

Ashok Swainê serokê berê yê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Hevkariya Avê ya Navneteweyî, li ser hîsaba xwe ya Twîtterê vîdyoyeke ku mizgeftek bi dozerê tê xerakirinê da weşanê.

Hunermend CJ Werlemanê rojnamevan û li dijî neyartîya Îslamê ye jî vîdyoyê belav kir, û got ku mizgeft bi beheneya firehkirina rê tê xerakirin.

Hat destnîşankirin mizgefta ku hat xerakirin di dema Şîr Şahê (1545) hikumdarê ‘ewil û damezrînerê Malbata Surî de hatîye lêkirin û herî kêm 16 sedsal e heye.

Ji ber îslamofobiya hikûmeta Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya Serokwezîr Narendra Modi jî li welêt neyartîya li dîjî Mislmanan belav dibe.

Li gorî rapora Yekitiya Gel a Mafên Mirovan, li wîlayeta Gucarat a Hindistanê nêzî 500 mizgeft û tirbe bê hincet hatin hilweşandin.

Li gorî daneyên Surinder Khocharê ku lêgerîneke Hîndî û cîhên dînî yên li Hîndistan û Pakistanê hene digere ye, li bajara Amritsara wîlayeta Pencapê jî 650 mizgeft hatine xerakirin.

Gotin û hereketên ku di demên dawîn de tênê kirin, li wîlayeta Uttarkanda Hîndistanê dibe sedem ku bi hezaran Misilman ji malên xwe tênê derxistin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.