Bo Qetlî’ama Wanê 128 Sal Ceza
Mehkema Wanê, 128 sal ceza da Receb Cîngozê ku berî du sala dê û çar zarokên wî kuştibû.
De’wa di derbarê kuştina Se’îde Aslan û zarokên wê Sînan, Pinar, Fatma û Mewlût Aslan de ku li Ercîşa Wanê hatibûn kuştin hat kirin. De’we li Mehkema Cezayê Giran a Ercîşê hat kirin.
Merivê ku bi îddî’a kuştina wan dihat sucdar kirin Recep Cîngoz, di bin tedbîrên ewlehiyê yên berfireh de hat anîn Salona Mehkemê. Pey re mehkeme hat kirin.
Îddîanameya pên rûpel ku ji alî dozgerê cimhûriyetê ve hatibû amade kirin hat xwendin. Pey îddîanamey hat xwendin serekê mehkemê mudafe’a Recep Cîngoz û parêzerên wî sitende. Pey re Mehkemê qerar da. Ji ber ku dema vê qetlî’amê kiriye hatiye tespît kirin ku di biniya 18 salî de bûye cezaya 128 sal û 8 meh hepis û cezayê 2 hezar û 400 lîra pere dayê. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.