Bo Sûriye Gazî û Gazin

Bo Sûriye Gazî û Gazin

Yekîtiya Ereb Mudaxele Xwest, Kî Mûn Jî Konseya Dyyê Tenkîd Kir

Li gor xeberan hat gotin ku sekreterê yekîtiya Ereb Nebîl el Erabî, ji konseya ewlehiya teşkîlata dewletên Yekbuyî xwest ku li Sûriye mudaxele bê kirin. Sekreterê Ereban, di civîna wezîrên karên derve de, ji bo ku şîddeta li Sûriye bisekine, temsîlkarê dewletên Yekbuyî el Ehdar el Îbrahîm karibe biserkeftî wezîfa xwe bike, ji konseya teşkîlata dewletên yekbuyî xwest ku, li Sûriye mudaxele bê kirin.

El Erabî ji bo rewşa Sûriye wiha got “Rewş bixwîn e. Ev hal ne tenê ji bo dewlet û xelkê Sûriye, wê ji bo hemî herêmê tiştên wehîm biqewimîne. Ji ber vê yekê jî, divê van hadîseyên şîddetê bên sekinandin.”

Li aliyê din sekreterê teşkîlata Dewletên Yekbuyî Ban Kî Mûn, konseya ewlehiya teşkîlatê, ji ber ku ji bo Sûriye nakeve tu hereketê tenkîd kir. Di rûniştina der heqê mesûliyeta li ber qetlîam û teyarên herbê parastina xelkê sivîl de, Ban Kî Mûn ji ber ku nalebite konseya ewlehiyê tenkîd kir ku vê bêdengiya wê zirarê dide milletê Sûriye.

Ban Kî Mûn wiha beyan kir “Gava rewşa însanî xerabtir bû, şîddet ji kontrolê derket, qirîz sînorên Sûriye derbas kir, ew çax em nikarin berê xwe bidin deverekê. Divê teşkîlat mesûliyeta xwe bîne cîh.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.