Bobelata Lehiyê
Li Pakîstanê Di Hadîseyan De 371 Kes Mirin 200 Kes Jî Brîndar Bûn
Li Pakîstanê şiliya Mûsonê tesîr dike. Ji ber şiliya pir li gelek deveran lehî rabuye. Hat îfade kirin ku di hadîseyên seranserê welêt de 371 kes mirine, 200 kes jî brîndar bûne. Li eyaleta Pencabê, ji ber şiliyê xanî hilweşiyan. Di hilweşiya xaniyan de 60 kes mirin.
Li herêma Sîndê hejmara kesên mirî zêde ye. 28 hezar kes herêmê terk kirine. Du sal berî jî di hadîseyên lehiyê de 2 hezar kes can dabûn, 11 mîlyon kes bêmal mabûn. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.