Boltonê Şewirmendê Berê yê Ewlehîyê yê Amerîka: HAMAS li dijî îsraîlê zafereke mezin qezenc kir

Boltonê Şewirmendê Berê yê Ewlehîyê yê Amerîka: HAMAS li dijî îsraîlê zafereke mezin qezenc kir

John Boltonê Şewirmendê Berê yê Ewlehîyê yê Amerîkaya îşxalker derheqê agirbesta demkî ya di navbera HAMAS û rejîma teror û îşxalê de hat kirin de nirxandinan kir.

Bolton di nivîsa xwe ya ku di medyaya Îngîlîz de hat belavkirin de got ku HAMAS di vî warî de zafereke mezin qezenc kir û wiha got: “Hêj nayê zanîn ew ê agirbest ji bo îsraîlê bi zirar be yan na. Ew ê berdana êsîran di nava 4 rojan de biqede û ew ê îsraîl di van rojan de fealîyetên leşkerî neke. Tê de şiphe tune ye ku ew ê îsraîl di van rojan de hazirîyeke mezin bike. Lê di rastîyê de yê ku di vê pêvajoyê de qezenc bi dest xist HAMAS bi xwe ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.