Bombardimanên Îsraîl
Berxwedana Milletê Ğezze û Hamasê, Muslumana Tîne Ğeyretê
Îsraîla rejîma terorê, êrîş û bombardimanên xwe, do jî dewam kir. Qetlîamên siyonîst bi qetilkirina Qomandarê Qassam Ehmed Cebbarî destpêkiribû û ev serê heftekê ye berdewam e. Hejmara şehîdan giha 141ê. A birîndaran jî nêzî hezarî bû. Siyonîst Îsraîlê xusran û zelîl, do jî wesaîteke medyayê, banqa mîlliya Îslamî, rê û pir, şebekên kenalên binerdê kirin hedef. Di êrîşê de 2ê wan qezetevan 20 kes şehîd ketin. Hinek Filîstînî rakirin Misrê. Hat îddîa kirin ku zelîlê îsraîl cesaret nake dest bi hereketa bejayî bike. Roketên Qassamî do jî hatin avêtin hêla siyonîst Îsraîl.
Ji bo agirbestiyê jî hewl û hereketî dihat kirin ku do bişev agirbestî pêk bê. Feqet siyonîst Îsraîl, ji ber zîlletiya xwe li ser agirbestiyê xemsarî nîşan da. Ji ber vê yekê Mensûbê Hamasê Îzzet Reşak diyar kir ku agirbestî do bişev nehatiye îlankirin.
Li Misrê hewlên ji bo agirbestiyê dewam dikin. Ewilî Hamas û Cîhada Îslamî li ser agirbestiyê li hev kiribûn. Wezîfedarên Misrê îfade kirin ku ji bo agirbestiyê hevdîtin û xeberdan dewam dikin. Serekwezîra Emrîka Hîlerî Kilînton jî do çû Îsraîlê û bi serekwezîrê Îsraîl Netanyahû re, hevdîtin pêk anî. Kilînton di beyana xwe îfade kir ku wê ji bo parastina welatiyên Îsraîl, her gavê bavêjin.
Li aliyê din destek û piştgiriya ji xelkê Ğezzeyê re jî dewam dike. Wezîr Ehmed Davutoğlû, do bi 9 wezîrên karên derve yên welatên yekîtiya Ereban re çû Ğezzeyê. Li wir beyana medyayî li dar xistin. Deverê bombardimankirî, nexweşxana û birîndaran ziyaret kirin. Ehmed Davutoğlu di beyana xwe de xîtabî milletê Ğezzeyê kir û wiha diyar kir “Xwîna we xwîna me ye, qedera we qedera me ye, îstîqbala we îstîqbala me ye. Her kes dev ji we berde jî em terka we nakin. Heta dawiyê em bi we re ne.” Davûtoğlu di serdana birîndaran de hisrên xwe negirt. Heyeta Davutoğlu dûre vegeriya Misrê. Serekwezîr Erdoğan jî ji bo Îsraîl tabîra dewleta terorê bikaranî û deng li Emrîka, Ewrûpa, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransayê kir û diyar kir ku Îsraîl bi van êrîş û bombardiman û sîlehên bêqiyasî yên li ser millet û mezlûmê Ğezzeyê, çawa dibe xwedî heqê parastina xwe. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.