Borbardimanên Li Somalî

Borbardimanên Li Somalî

Hêzên Efrîka û Rojava Li Ber Eş Şebabê Operasyon Li Dar Dixin

Xeberan diyar kir ku ev serê du mehan e li Somalî, hêzên yekîtiya Efrîka, Emrîka, Fransa û gelek welatên rojava li Bajarê Kîsmayoyê li ber hereketa Eş Şebabê şer û operasyon li dar dixin. Hêzên hikûmeta Somalî bi desteka hêzên din ev serê du mehan e, li ber Eş Şebabê şer dike. Ji bejayî û hewayî ve êrîş dikin.

Wekî tê zanîn hereketa Eş Şebab dixwaze li Somalî dewleteke Îslamî ava bike. Hêzên din jî li ber vê meqsed û mucadelê ne. Bi deh hezaran eskerên fille yên yekîtiya Efrîkayê, bi hêzên hikûmetê re dixwazin bajarê Kîsmayoyê îşgal bikin. Ji ber vê yekê li gelek deveran şer giran buye. Hêzên Emrîka jî bi teyarên bê însan êrîşî çeperên Eş Şebabê dikin.

Li ser zêdebûna şer, lîderên aşîretan xort û ciwanan gazî destekdana Eş Şebabê kirin. Hat îfade kirin ku digel şer jî, pirê welat di bin kontrola Eş Şebab de ye. Berî niha Eş Şebab beyan kiribû ku welatên emperyalîst naxwazin li welêt dewleteke Îslamî ava bibe. Ji ber vê yekê jî ji bo avakirina dewleta Îslamî gazî cîhadê kiribû. Aşîretên welat jî destek dabûn vê gaziyê. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.