Bota ku tê de penaber hebûn binav bû: 60 penaber winda bûn

Bota ku tê de penaber hebûn binav bû: 60 penaber winda bûn

Hat ragihandin li nêzî Libyayê diBehra Spî de bota ku penaber di nav de bûn binav bû, di encama binavbûna botê de 60 penaberên ku di botê de bûn winda bûn.

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî   Flavîo Dî Gîacomo di daxuyaniya ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê belav kir de  destnîşan kir bota ku 140 penaber di nav de bûn li nêzî Libyayê di Behra Spî de binav bû, di encama binavbûna botê de 60 kes winda bûn.

Li gor daxuyaniyê piştî 5 seatan ku bot bi rê ketiye re av daye nava botê û 80 kesên di botê de ji teref boteke din ve hatine xelaskirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.