Bota penaberan binav bû: 4 jê zarok tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan

Bota penaberan binav bû: 4 jê zarok tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Çemeya Îzmîrê di Behra Egeyê de bota penaberan binav bû. Di encama binavbûna botê de 4 jê zarok tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li navçeya Çemeya Îzmîrê di Behra Egeyê de bota penaberan binav bû. Di encama binavbûna botê de 4 jê zarok tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên k hatine wergirtin ji ber îxbareke ku hat kirin 3 botên ewlehiyên qeraxê û helîkopterek sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama xebata ku hat kirin de  9 kes hatin rizgarkirin û 4 jê zarok û 2 jê pîrek tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo 2 kesên ku winda bûne bên dîtin xebat berdewam in.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.