Boyqot, ji McDonaldsê re 7 mîlyar dolar da zerarkirin

Boyqot, ji McDonaldsê re 7 mîlyar dolar da zerarkirin

Midûrê Fînansê yê McDonaldsê Ian Borden, daxuyand ku di encama boyqotkirina li alema Îslamê de ew ê îsal jî firotinên wan kêm bibin, li ser vê daxuyanî di nav çend seatan de fîrma nêzê 7 mîlyar dolar zerar kir.

Alema Îslamê ji meha Cotmeha borî vir ve, ji ber êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê ji bo şîrketên ku destekê didin sîyonîstan ku di nav wan de McDonalds jî heye kampanyaya boyqotê dabûn destpêkirin.

Piştî karên ku doh hat kirin di hîsseyên McDonaldsê de ji sedî 3 windayî çêbû û ev reqem jî li gorî 5 hefteyan reqema herî zêde ye.

Şîrket, di nav rojekî de hema hema 6,87 mîlyar dolar winda kir.

Ev windahîya hîsseyan, piştî daxuyanîya Lan Borden ku Midurê Fînsans yê McDonaldsê ye, îfade kiribû ku ji ber pevçûnên di Rojhilata Navîn de berdewam dikin û tinebûna daxwazîya Çînê pêk hat.

Şîrketa ku li çar alîyê cîhanê şûbeyên wî hene ji ber boyqotê zerarê dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.