Bûdîst Bûn Siyonîst

Bûdîst Bûn Siyonîst

Zorbayên Myanmarê mîna îşgalkerê siyonîst Îsraîl, war û erdên muslumana îşgal dike. Hikûmeta zordar, 130 malbatên Bûdîst li gundên muslumana bi cî kir.

 Zorbayên Myanmarê mîna îşgalkerê siyonîst Îsraîl, war û erdên muslumana îşgal dike. Hikûmeta zordar, 130 malbatên Bûdîst li gundên muslumana bi cî kir.

Myanmarê bi zorê muslumana ji war û gundên wan dike, muslumana sirgûn dike, kesên li ber xwe didin wan qetil dike. Dest dide ser hemî erd û eşyayên muslumana. Niha jî li war û gundên muslumana yên ku, bi zorê daye valakirin, Bûdîstên hov û har bi cî dike.

Hat gotin ku, Bûdîstên ji herêma Bandar Bana Bangladeşê hatine Myanmarê, li war û erdên muslumana bi cî kir. Tê îfadekirin ku, hikûmet mexsûs warê muslumana ji wan diparzûnîne û Bûdîstan li wir bi cî dike.

Wekî tê zanîn di havîna borî de, Bûdîst û çeteyên wan yên hov û har, li muslumanê Araqanê qetlîam rast kiribûn, bi hezaran qetil kiribûn, çend qatê wan zêdetir jî sirgûn kiribûn.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.