Bursayiyan nêrînên xwe yên di derheqê referandûmê de ji ÎLKHAyê re vegotin

Bursayiyan nêrînên xwe yên di derheqê referandûmê de ji ÎLKHAyê re vegotin

Bursayiyan di derheqê dengdayîna xelkê ya ku rojek jê re maye denêrînên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên.

Bursayiyan ku di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de nêrîn û hestên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên destnîşan kirin bila referandûm bibe wesîleya xêrê. Di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de welatî qala sedema ku ew ê çima bêjin erê yan jî naxêr kirin. Hinek ji wan jî diyar kirin ku ew di derheqê  referandûmê de bêqeraran ku kîjan dengê bidin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Bursayiyan diyar kirin digel ku maddeyên makeqanûna ku dê bê guhartin ne têr û tije bin jî dîsa ji makeqanûna mewcûd çêtir e.

Di hevdîtina ku bi Bursayiyan re hat kirin de kesên bi navê Sînan Çetîn, Murat Kaya, Harun Koçak, Cuneyt Akkaş, Yalçin Kaya,   Mustafa Îrek, Engîn Yilmaz, Osman Dînç, Seda Akman, Suna Yavuz û Ahmet Yavuz di derheqê referandûma ku dê bê kirin de destnîşan kirin ji bo ji qehra gawuran, ji bo li Tirkiyê wesayet û statuko bi dawî bibe, ji bo îstîqrarê, ji bo welat û ji bo ku PKK dibêje naxêr ew ê dengê erê bidin.

Di hevdîtina ku hat kirin kesên bi navê Ilyas û Metîn Guven jî diyar kirin ew ê jî di 16ê Nîsanê de dengê naxêrê bidin.

Her wiha di hevdîtina ku hat kirin de hat dîtin ku kesên bi navê Alî Kiliç, Reşat Tayyar û Osman Yildiz jî di derheqê dengdayînê de bêqerar in.(ÎLKHA)






































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.