Çalakiyên Wîladeta Pîroz Hatin Nirxandin

Çalakiyên Wîladeta Pîroz Hatin Nirxandin

Koordînatoriya platforma evîndarên pêxember ya Batmanê, der barê bernameyên mewlûda wîladeta pîroz yên îsal de, civînek li dar xist.

Koordînatoriya platforma evîndarên pêxember ya Batmanê, der barê bernameyên mewlûda wîladeta pîroz yên îsal de, civînek li dar xist. Komelên ku bi ser platformê ve ne, li Bîlge-Derê civiyan. Mesûl û rayedarên komelan, li ser nirxandina fealiyetên hatine kirî, bi hev re şêwirîn.

Koordînator Ekrem Gulşen di destpêkê de beyan kir ku, bernameyên îsal bi ewn û înayeta Xwedayê Teala, bi bereket hatine lidarxistin. Gulşen wiha got “Em dixwazin fikr û ramanên mensûbên platformê yên di heqê fealiyetên îsal de wergirin da ku, di salên pêş de li van tiştên musbet yan jî menfî baldar bin û bernameyên xweştir pêk bînin.”

Di civînê de mensûb û rayedar fikrên xwe pêş kirin û bi hev re şêwirîn. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.