Camî Tije Bûn

Camî Tije Bûn

Meha Remezana mibarek meha rehmet û mexfîret û Quranê dest pê kir. Do terawîha ewil hat kirin

Meha Remezana mibarek meha rehmet û mexfîret û Quranê dest pê kir. Do terawîha ewil hat kirin. Millet ji bo terawiha ewil li seranserê welêt camî dagirtin. Di camiyan de li ser xêr û fezîlet û bereketên meha Remezanê sohbet hatin kirin, pey nimêjan dua hatin kirin.

Li hinek camiyên navdar mîna Eyup Sultan, Sultan Ahmed, Haci Bayram  de cî nema. Millet li hewşên camiyan nimêj kir. Li Diyarbekirê millet biçûk û mezin baz dan camiyan. Di hemî we’zan de li ser girîngiya meha Remezanê xeberdan hatin kirin.

Li hinek deveran pey nimêjê loqim hatin belavkirin. Her wiha li hinek camiyan jî, pey nimêja darbe û qetlîama li Misrê hat protestokirin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.