Camiya Gundê Qubik

Camiya Gundê Qubik

Bo Alîkariyê Banka Zîraatê Şûba Çinara Diyarbekir No:6096217300-5001

Mîna gelek welat û deveran herêma me jî, li ber asîmîlasyon û xerabûna exlaq û civatê, xwe bi me’newiyata Îslam û Quranê digrin. Ji ber vê yekê jî camî û medresan ava dikin, ders û telîma Quran û îlmên Îslamê dikin.

Bi vê amancê li Qubika gundê Çinarê, camiyek mezin tê avakirin. Înşaata camiyê dest pê kir. Înşaat li ser 500 metreqareyê tê avakirin. Sê meh berê esasê wê hatibû avêtin. Hat îfade kirin ku di înşaata camiyê de, medresa ku wê 50 xwendekar karibin tê de bimînin û bixwînin jî heye.

Alîkarê komela camiyê Mustafa Akbaş wiha diyar kir “Eger ev xebata bixêr biqede, wê 50 xwendekar karibîn tê de bixwînin û îcazetê bigrin. Em dixwazin musluman îştîrakî vê xêrê bikin.” Ji gundiyan Mehmet Salih Gîzlî jî wiha got “Sedeqa cariye ye. Em ji hemî xêrxwazan, ji bo înşaata camiyê alîkariyê dixwazin.”

Komela camiyê îfade kir ku, kesên bixwazin alîkarî bikin bila alîkariya xwe razînin vê numroya bankê.

Banka Zîraatê Şûba Çinara Diyarbekir Numroya hesab 6096217300-5001

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.