Camîya ku li Diyarbekirê berî 7 salan temela wê hat avêtin hêj xelas nebû

Camîya ku li Diyarbekirê berî 7 salan temela wê hat avêtin hêj xelas nebû

Şênîyên ku li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinara Diyarbekirê dijîn daxwaz dikin camîya ku berî 7 salan temela wê hat avêtin hêj xelas nebû bê xelaskirin. Şênîyên ku bang li rayedaran kirin destnîşan kirin ew ji dengê azanê re hesret mane.

Li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinara Diyarbekirê ya ku lê nêzî 4 hezar avahî heye û 20 hezar însan lê dijîn camîya ku berî 7 salan temela wê hat avêtin hêj xelas nebûye.

Camîya ku temela wê berî vê 7 salan hat avêtin hêj înşaata wê dest pê nekir.

Şênîyên taxê yên ku derbarê mijarê de xeber dan destnîşan kirin

Murat Dlkiliçê ji şênîyên taxê ye weha axivî, “Camîya li mahalleya me temela wê berî vê 7 salan hat avêtin. Lê ev bû 7 sal hêj nehatiye xelaskirin. Em ji dengê azana şerîf re hesret mane. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku demildest vê camîya li mahalleya me xelas bikin û ji îbadetê re vekin.”

Dalkiliçê ku diyar kir ew ji ber tunebûna camîyê ya li taxa wan zehmetîyeke zêde dikşînin derbarê mijarê de wisa gazinan kir:

“A niha mekteb tatîl bûne û temamê zarokan diçin qursên quranê. Lê belê şênîyên vê taxê zarokên xwe nikarin bişînin camîyê. Lewra ew camîya ku temela wê berî vê 7 salan hat avêtin nehat çêkirin. Ji ber vê yekê zarokên me ji hînbûna quranê û ilmên îslamî her wisa şênîyên taxê jî ji dengê azanê û nimêja bi cemaat mehrûm dimînin. Em ji rayedaran daxwaz dikin dest bavêjin vê meseleyê û çêkirina camîyê bidin destpêkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.