Çarkin Peyva Xwe Çerixand

Çarkin Peyva Xwe Çerixand

Sersewcîtiya Enqerê li ser cînayetên ku failên wan meçhûl lêpirsînê dike. Di vê çarçovê de ji bo dewamiya girtina polîsên kevn yên hereketa xisûsê Ayhan Çarkin, Ercan Ersoy û Ziya Bandirmalioğlu qirar hat dayîn.

Sersewcîtiya Enqerê li ser cînayetên ku failên wan meçhûl lêpirsînê dike. Di vê çarçovê de ji bo dewamiya girtina polîsên kevn yên hereketa xisûsê Ayhan Çarkin, Ercan Ersoy û Ziya Bandirmalioğlu qirar hat dayîn.

Ayhan Çarkin, di mudafea xwe de tehliya xwe xwest û diyar kir ku, berî niha ji ber ku muptelayê tiryakê ye, di îfadedayîna xwe de tewş û mewşo peyiviye.

Di çarçova pakêta çaran de, van bersûc di nezareta cendermeyê de derketin pêş hakim. Ayhan Çarkin beyan kir ku, berî niha di vepirsîna xwe de tewş û mewşo peyiviye. Ji ber ku berî niha muptelayê kokaîn, eroîn, esrar û heban bûye, nizanî çi gotiye. Ji lew tehliya xwe xwest.

Bersûc Ercan Ersoy jî, sûc qebûl nekirin, îfade kir ku delîlên di heqê xwe de nizane, lewra li ser dosyayê qirara veşartiyê heye. Her wiha Bandirmalioğlu jî sûcên di heqê xwe de qebûl nekirin.

Pey îfadeyan qirar hat dayîn ku, girtîbûna wan dewam bike. Wekî tê zanîn Ayhan Çarkin, berê li xwe mikurîbû ku cînayetên failên wan meçhûl pêk anîne. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.