Çavdêrên navneteweyî raporên xwe yên piştîreferandûmêdê teqdîm bikin

Çavdêrên navneteweyî raporên xwe yên piştîreferandûmêdê teqdîm bikin

Hinek çavdêrên navteweyî yên ku ji bo Dengdayîna Xelkêya Guhartinên Makeqanûnê bişopînin li Tirkiyê bûn piştî referandûmê dê raporên xwe yên di derheqê referandûmê de teqdîm bikin.

Çavdêrên ku ji bo şopandina referandûmê li Tirkiyê bûn dê îro li Enqerê daxuyaniyeke çapemeniyê tertîp bikin.

Hat hînbûn  ew ê di civîna ku bê lidarxistin de Serokê Heyeta  Meclîsa Parlamenter a Qonseya Ewrûpayê Cezar Florîn Preda  û  Serokê Heyeta Çavdêriya Referandûmê ya Bi Sînor a AGÎT/DKÎHBê Tana da Zulueta jî daxuyaniyekê bidin.

Di komîsyona ku ji çavdêran pêk tê de ji Meclîsa Parlamentoya Qonseya Ewrûpayê 23  parlamenter û erkdar, ji AGÎTê jî 40 tev de 63 kes hene.

Her wiha ji teref Wezareta Karên Derve ya Amerîka ve hat ragihandin heta ku ji AGÎTê daxuyanî neyê dayîn ew ê di derheqê encamên referandûmê de tiştekî nebêjin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.