Çavsoriya Emrîka
Emrîka Ji Bo Îranê Dixwaze Embargoyên Îlawe Pêk Bîne
Emrîka ji bo menfîeta xwe û Îsraîl dixwaze dinyê têxe nav şer û qaosê. Ji ber vê yekê jî, giraniya xwe dide ser Yekîtiya Ewrûpa û Dewletên Yekbuyî. Dixwaze qiraran derxe, tiştên ne li gor menfîeta wê be jî, ya veto dike yan jî li hember derdikeve. Yek ji çavsoriyên Emrîka jî, embargoyên ku li hember Îranê derxistiye.
Li gor xeberan hat gotin ku Emrîka, li hember Îranê di warê enerjî, petrokîmya û fînansê de boykota îlawe rast dike. Hat diyar kirin ku Emrîka, ji ber ku bi bankayên Îranê re transfera fînansê kirine, embargo danîye ser bankayên Çîn û du hebên li İraqê. Hat beyan kirin ku her dû bank ji bo bankên Îranê, bi milyonan dolar pere, transfer kirine.
Serekê Emrîka Obama, bi boykotên din, tehdîd kir. Feqet fîrma û ekonomiya Emrîka, di qirîz û îflasê de ne. Zalim heta xusran bibe, ji ahê mezlûma xelas nabe.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.