Çavuşoglu ji qerara DYAyê ya ji YPGê re dayîna çekên giran re bertek nîşan da

Çavuşoglu ji qerara DYAyê ya ji YPGê re dayîna çekên giran re bertek nîşan da

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di derheqê qerara DYAyê ya ji YPGê re dayîna çekên giran de destnîşan kir ‘ Hemû çekên têkevin destên YPGê ji bo Tirkiyê tehdîd e.’

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina ku li Podgorîcoya paytexta Qaradaxê bi hevmeqamê xwe re kir re pirsên ku jê hatin kirin bersivand.  Çavuşoglu her wiha piştî hevdîtinê di derheqê qerara DYAyê ya ji YPGê re dayîna çekên giran de destnîşan kir ‘ Hemû çekên têkevin destên YPGê ji bo Tirkiyê tehdîd e.”

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir YPG û PKK her du jî rêxistinên terorê ne û tu farqa wan ji hev tuneye. Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “YPG û PKK her du jî rêxistinên terorê ne û tu farqa wan ji hev tuneye, tenê navê wan ne wek hev e. Her çekên ku têkevin destên van ji bo Tirkiyê tehdîd e. Me berî niha bi we re parve kiribû ku ew çekên ku ji YPGê re hatibûn dayîn li Tirkiyê hatine girtin. Fikra me ya di derheqê vê mijarê de ji teref birêveberiya Amerîka ve baş tê zanîn.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.