Çavuşogluyê Arîkarê Serokwezîr derbarê teqîna li Bûrsayê de daxuyanî da

Çavuşogluyê Arîkarê Serokwezîr derbarê teqîna li Bûrsayê de daxuyanî da

Çavuşogluyê Arîkarê Serokwezîrli Diyarbekirê derbarê teqîna ku li Bûrsayê di fabrîqaya boyax-ta pêk hat de daxuyanî da.

Arîkarê Serokwezîr  Hakan Çavuşogluyê ku bo ziyaretinan hat Diyarbekirê , li ber Mizgefta Mezin a dîrokî ya li Sûrê pirsên endamên çapemeniyê bersivand.

Çavuşoglu di daxuyaniya ku derbarê teqîna li Gursuya Bûrsayê di fabrîqeyeke boyaxê pêk hat de wiha got: “ Mixabin heta niha 5 kes jiyana xwe ji dest dane û nêzî 14 birîndarên me hene. Em li ser mijarê disekinin. Waliyê me û rayedarên bajara me li herêma bûyerê lêkolînan dikin. Me lêpirsîna pêwîst da destpêkirin û em wan taqîb dikin.”

Çavuşoglu di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir di febrîqê de teqîneke gelek mezin û bi tund pêk hatiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji Xwedê bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û bo malbatên wan jî sebrê daxwaz dikim. Serê Bûrsaya me û karkerên me sax be.”

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.