Cebhegirtina li dijî welateke Îslamî yan jî komeke Misliman kêrî emperyalîstan tê

Cebhegirtina li dijî welateke Îslamî yan jî komeke Misliman kêrî emperyalîstan tê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluli Mûşê bi endamên çapemeniyê hat bal hev û di derbarê rojevê nirxandinan kir, Yapicioglu di nirxandinên ku kir de destnîşan kir ‘Rawestin û cebhegirtina li dijî welateke Îslamî yan jî komeke Misliman kêrî empe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  li Mûşê bi endamên çapemeniya mehelî û navneteweyî re hat bal hev.Yapicioglu di civîna ku bi endamên çapemeniyê re li dar xist de di derbarê îxtîlaf û fitneyên di nava Mislimanan de destnîşan kir ‘Rawestin û cebhegirtina li dijî welateke Îslamî yan jî komekî Misliman kêrî emperyalîstan tê.”

“Rawestin û cebhegirtina li dijî welateke Îslamî yan jî komeke Misliman kêrî emperyalîstan tê”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser tefrikaya ku alema Îslamê di nav de ye û wiha pê de çû: “ Her weke ku tê zanîn li çar terefê alema Îslamê xwîna Mislimanan diherike û exlebeya vê xwînê jî bi destên hinek Mislimanan ve tê herikandin.Di vê rewşê de ji dêla ku dawî li fitnê bê anîn û însanan bînin bal hev hinek kes radibin weke ku taqimekê bigrin li dijî komekê disekinin ku ev yek ne li gor menfeat û feydeya tu kesî ye.Li dijî welateke Îslamî yan jî li dijî komeke Misliman rawestin û cebhegirtin kêrî emperyalîstan tê û ew ê ev yek tuccarên çekan bi kar derxîne.Ango ev helwest dê kêrî tu tiştî neyê.Însan ji dêla ku ji bo dawî li  tevlîheva li memeleket bînin  û bi sukunet hereket bikin de  hewil didin ji bo xwe zêdetir terefdaran berhev bikin û hewil didin rageşiyê zêdetir bikin.Ev ji bo welêt ji dijmintiyên herî mezin e.”

“Divê di nav xwe de riayetî hiqûqa biratiyê bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir însanên heremê divê îxtîlafên xwe di nav xwe de çareser bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tesîskirina biratiyekî li gor menfeatê temamê birêvebir, welêt, qewm, kom û însanan e.Divê di nav xwe de riayetî hiqûqa biratiyê bikin.Ger ku îxtîlafên xwe di nav xwe de çareser nekin, wê demê dê hinek kes ji derve bên û dê van birînan bixwerîne, dê van meseleyan mezin bike û dê fitne derxîne.A niha tiştê ku tê jiyan dorhêla fitnê ye.Ger ku ji destê wî nayê ku vî agirê fitnê bitefîne, qet nebe divê ji wan tevgerên ku dê bibe sedem ev agir hartir bibe pêwîst e xwe bide paş û pêwîst e benzînê li vî agirî neke.Ev barê milê hemû kesî ye.”

“Ger ku tê xwestin mişkîleyên welêt ji kokê bên çareserkirin divê paradigmaya dewlet-netewe bê terkkirin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala xebatên makeqanûna nû jî kir û di derbarê mijarê de wisa nirxandinan kir: “Ev meseleya ku ev bû demeke dirêj di rojeva Tirkiyê de ye ji asta ku lê hatiye  gihaştinê êdî ji amadekirina makeqanûneke nû derbas kiriye. Ango ev xebatên ku tên kirin tenê ji bo guhartina pergala hikûmetê ye, bi gotineke din di şûna pergela parlementer de anîna pergela serokatiyê ye.Ew ê di vî warî de guhartin bên kirin.Ger ku tê xwestin mişkîleyên welêt ji kokê bên çareserkirin divê paradigmaya dewlet-netewe bê terkkirin.Pêwîst e pergaleke wiha bê damizrandin da ku endamên qewmên cûda, mezhebên cuda, baweriyên cûda karibin xwe wekî xwediyê vî welatî bihesibînin û divê ji tetbîqkirina edaletê bifikar nebin.Mixabin tabloya a niha ya li meclîsê derfetê nade ku makeqanûneke ji serî heta binî nû bê nivîsandin.Lewra her yek ji wan partîyên ku koma wan di meclîsê de hene  di kulvareke gelekî cuda de ne û mixabin hejmera madeyên ku ew ê li ser lihevbikin jî gelek hindik e.”

 “Sedemeke bêkariyê nehatine sektora taybet a li heremê ye”

 Yapicioglu di berdewam axavtina xwe de qala bêkariya li heremê kir û destnîşan kir rêjeya bêkariyê ya li heremê li gor heremên din gelekî zêde ye û divê li heremê veberanîn û razandin û her wiha îstîhdam bên kirin.Yapicioglu dû re wiha li axavtina we zêde kir: “Sedemeke bêkariyê nehatine sektora taybet a li heremê ye.Dema ku sektora taybet nayê heremê qadên nû yên îstîhdamê venabin.Hikûmet sedema tunebûna sektora taybet a li heremê bi tunebûna ewlehî û îstîqrarê ve girê dide.Em hêj ji serî ve dibêjin, him tayînkirina asayîşê him tesîskirina ewlehîya can û mal a xelkê û him jî  ji bo qaên îstîhdamên nû standina tedbîran erka hikûmetê ye.Divê bicînanîna wezîfeyekê ji îhmalkariyeke din re nebe bihane.Ger ku sektora taybet neyê heremê û pêwîst e  ji teref dewletê ve rasterast veberîn bên kirin û qadên nû yên îstîhdamê bên vekirin.”

 “Siyaseta çalan yek ji wan siyasetên ku dibe sedem êşên mezin welatê me bijî ye.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber siyaseta çalan a PKKê însan bêmal mane  û divê  rayedarên hikûmetê tedbîrên stirînê ji bo xelkê bistîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Siyaseta çalan yek ji wan siyasetên ku dibe sedem êşên mezin welatê me bijî ye. Ger ku ev kesên ku vê siyasetê dikin bi rastî menfeata xelkê fikirîbana  wan çalên ku tevlî hilbijêrên wan ji sedî 90ê xelkê vê yekê teswîb nedikir di taxan de nedidan kolandin. Vaye ji ber vê siyaseta çalan a ku wan birêve dibir memleket bû wêrane û bajêr xera bûn.Bi hezaran avahî xera bûn, însan bêkar man, zarok ji mektebên xwe man.Zivistan hat, lê însan hêj cihekî lê bisitirin  ji xwe re peyde nekirin.Berî ku serma û seqem dest pê bike, pêwîst e dewlet ji bo van kesan cihê sitrînê tesîs bike.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.