Cejna me ya Remezanê pîroz be

Cejna Remezanê û Qurbanê ji sala 2yemîn a Hîcretê vir ve tê pîrozkirin. Rojiya Remezanê divê salê de cara ewil hat ferzkirin û kesên ku vê mehê bi rojî derbas kirin, sê rojên paşîn ên meha bê (şewal) wek eydê pîroz kirin. Ji ber vê yekê ji vê cejnê re Cejna Remezanê tê gotin.

Li ser hedîsa “Ya yekem tiştê ku em ê îro bikin nimêj e”(1) Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê bi kirina nimêja eydê dest pê dike.

Hz. Pêxember (s.a.w) gotiye: “Roja Erefê, roja qurbanê û rojên teşrîqê cejnên me Misilmanan e, ev rojên xwarin û vexwarinê ne.”(2).

Cejna Remezanê jî di vê wateyê de wek rojek qebûl kir û ev cejn wek roja fitrê ya rojiya Remezanê bi nav kir.(3) Ji ber vê sirrî ye ku di Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê de rojîgirtin herame. Sebebê hîkmeta rojekî berê xwarin û vexwarin yanî rojî xwarin herame roja piştî wê rojî girtin herame sedema herî bibandor e ku di cîhana raman û hestên bawermendan de xwedîyê nîmetên rastîn –ku Xweda ye- tîne bîra xwe.

Her kesê bi fermana ku rojekî berê rojî digirt, îro rojiya xwe bi îtaeta wî dixwe. Û bi fehmkirina ku ew bi heqqî idraq dike ku Xwedîyê n’îmetê rastîn e, ew rêyek ji şikirdariya rastîn dibîne.

Ji ber ku eyd fitara bihevre a rojiya mehekê ye, adetên fitarê yên rojane yên wek sunnet jî di eydê de tê kirin. Pêxemberê me eleyhîsselâtû wesselam ê ku rojiya xwe bi tiştekî şîrîn edet kiriye vedike, bi xwarina şêranî dest bi Cejna Remezanê dikir. Sibeha eydê bêyî ku rojiya xwe ya mehekê bi şirîneke wek xurme bişkênin ji malên xwe dernakevin. (4)

Pêxemberê me selatû selamên Xweda li serbe ku her carê me teşwîqî îbadet û emelên axretê dikir, şîret li me kir ku em di du şevên yê her du eyda de rabin û ‘îbadet bikin. Wan digotin ku şiyarbûna van şevan dibe wesîla şiyarbûna dila. Wan ev yek di hedîsekê de wiha anî ziman:

"Dilê kesê ku di du şevên eydê de rabe û ‘îbadet bike, bi hêvîya xelata xwe ya ji Xweda, wê roja ku dil bimire dile wan kesa namire." (5)

Nimêja eydê di ‘Esra Se’adetê de li derî bajêr li meydanê bi tevî zarok, pîrek û zilama dihat kirin. Îbnî Mesûd (r.a.) dibêje ku Pêxemberê me piştî nimêja eydê xutbeyek ji cemaetê re dixwend:

"Ez ji Resûlê Xwedê re şahidiyê dikim ku beriya xutbê nimêj kir. Paşê xutbe xwend. Paşê fikirî ku nikare dengê xwe bigihîne jinan û hate nêzî wan. Wî, anî bîra wan. Û vê ayeta xwend: "Ey Pêxember! Dema ku jinên bawermend werin ba we, ji bo ku bi we re bey’etê bikin, bera tiştekî ji Xwedê re nekin şirîk, diziyê nekin, zînayê nekin, zarokên xwe nekujin, hem jî di navbera dest û lingên xwe de îftîra nekin ku di her karekî qenc de dijberiya we bikin, bey’eta wan qebûl bikin û ji Xwedê lêborînê ji bo wan bixwazin. Bi rasti Yezdan Xefur û Rehîm e." (Sûreyê Mumtehîne Ayeta 12a)

– Ji wan pirsî: Hûn ê ji van hemûyan re soza dilsoziyê bidin? Ji nav wan yekê bersiv da:

– Belê ya Resûlê Xwedê! Resûlê Xweda (selat û silavên Xweda lê bin):

– Sedeqa bidin! Ji bo dayîna zekatê wan teşwîq kir. Xanimên ku li wî guhdarî kirin guharên guhên xwe û bazinê di destê xwe derxistin û hemû hungilîsk û gerdenên xwe derxistin. Bîlal-ê Hebeşî kirasê xwe avêt erdê:

– Gazî wan kirê û got dê û bavê min qurbana we bin xêrên xwe bînin. Xatûnan dest bi bazin, guhar û xelekên xwe kirin avêtin ser cilê Bîlal-ê Hebeşî. Cilûberg bi zêran dagirtî bû. Piştî ku eyd bi dawî bû Resûlê Xweda (selat û silavên Xweda lê bin) li wir neman û vegeriya mala xwe. (6)

Yek ji sehabiyan jî ev bûyer vegot: "Ma ev ku jinan ji bo Cejna Remezanê dabûn zekat bû?" Wî ev pirs wiha bersivand: "Na, lê ew xêreke wê demê bû. Jinan hungilîskên xwe diavêtin û diavêtin."(7)

Se'd Bin Ews El Ensarî rîwayet dike: Resûlê Xweda (selat û silavên Xweda lê bin) wanî got:

Di sibeha Cejna Remezanê de milyaket diherikin ser rêyan û wiha dibêjin: "Gelî civata Misilmanan! Birevin ber dilovaniya Rebbê xwe yê ku kerema wî pir e. Xweda pir başî û ihsanê dike. Paşê ew xelatên zêde zêde tê dayîn.

Ji we re hat fermankirin ku hûn bi şev îbadetê bikin û we ew emra bi cih anî. Hûn bi rojîgirtinê hatibûn fermankirin, hûn rojî girtin û îtaeta Rebbê xwe bikin û xelata xwe bistînin.

Piştî ku nimêja eydê dike, gazîkar wiha bang dike:

"Hay ji we re mizgîn be! Rebbê we, we efû kiriye, hûn gihan rêya rast û vegerin malên xwe. Roja eydê roja xelatê ye. Îro li alema asîmana wek roja xelatê tê ‘îlan kirin."(8 )

Ji ber ku cejn rojên şahiyê ne, lîstik û şahiyên rewa yên ku dê bibin sedema vê şahiyê jî destûr tê dayîn. Di Muslim de beşeke cuda ji bo vê mijarê hatiye veqetandin û mînak hatine dayîn.

Di yek ji wan de Hezretî Aîşe (r.a) wiha rîwayet dike:

"Di cejnê de komek ji Hebeşîyan mîna ku bi riman û mertalên xwe direqisin dilîstin. Pêxember ‘eleyhîsselâtu wesselam gazî min kir. Min serê xwe danî ser milê wî. Di vê rewşê de me dest bi temaşekirina lîstika wan a şer kir. Heta Ez yekem bûm ku dev ji nihêrîna wan berda."(9)

Lê belê divê şahiya cejnê negihêje asteke wisa ku veguhere bêhişmendiyê.

Bi rastî jî tekbîrên ku di nimêja eydê de di civatên mezin de tên kirin, ji bo rakirina xefletê û dibe wesîla bicîhanîna wezîfa şikirkirinê ya herî mezin e.

Amadekirina cejnan di çarçoveya sunnetê de vê adetê vediguherîne îbadetê û dihêle ku ev rojên şahiyê di hişmendiya îmanê de derbas bibin.

Ji bo vê jî, wek ku di sunnetê de cîh girtîye, ji berê de amadekariya cejnê, lixwekirina cil û bergên paqij û bedew, xusul girtin, mîswak an jî firçekirina diranan, bêhnên xweş di xwe bide, rûkenbin. Xwarina xurme yan jî xwarina tiştekî şîrîn wateyek taybet dide rojên me.

Fitreya ku em wek sedeqa fitrê dizanin jî di roja cejna Remezanê de tê dayîn. Ger di meha Remezanê de neyê dayîn, divê di wê rojê de jî fitre bê dayîn. Bi rastî navê Cejna Remezanê ku di hedîsan de hatiye gotin “Îydû’î-fitr” e, yanî Cejna Fitrê ye. Ji ber ku wezîfên ‘ebdîtîyê yên ku pêdiviya afirandinê ne, ev nav lê kiriye.

Cejnên herî xweş, zanin an nezanin ew e ku bawermend destên hev digrin û hev hembêz dikin, cejnên hev pîroz dikin.

Di Serdema ‘Esra Se’adetê de Sehabiyan bi gotina "Barekallahû lena welekum" eydê bi hev re pîroz dikirin, ango tê gotin ku "Xwedê ji me jî û ji we jî qebûl bike". Ev silav di zimanê me de bi peyvên wek “Eyd pîroz be, Cejna we pîroz be, Cejna we bimbarek be” tê gotin.

Xwedayê te’ala divê meha Remezana pîroz de, ew rojîyê me girtîye, ew ‘îbadetê me kirîye, ew sedeqê me daye ji boy rizaa xwe qebûl bike. Van rojê bi xêr bike wesîla rizgarkirina Mislimanên cîhanê û kesên bindest û perişan. Ba xusûs di ev zelzela mezin kû li welatê me çêbû bi milyona însan mexdûr bû, bi deh hezaran însan jîyana xwe ji dest dan û birînar bûn, xanîyê wan bi sere wan de hate xwarê û perişan bûn. Xweda rehma xwe li mirîya ke, şîfayê bide kesên birîndar. Xweda sebrê bide malbat û xizmên wan. Xweda carekî din mûsîbetek wanî neyne serê tu kesî û Xweda ji bela û afatê mezin me û alema Îslamê û temamê însanîyetê muhafeze bike. Xweda me bigerîne ji wan kesê ku ji van afata û mûsîbeta dersê digrin, li xwe vedigerin, Rebbê xwe nasdikin bi heqqî jê re ‘ebdîtîyê dikin û emr û nehyê Wî bicîhtînin.

Bi vê munasebetê ez Cejna we ya Remezanê pîroz dikim.

  1. Buxarî, Ideyn: 3; Muslim, adahî: 7.
  2. 2) Ebû Dawûd, Sevm: 50; Tirmizî, Sevm:59; Nesaî, Menasik:195.
  3. îbnî Mace, Siyam: 32.
  4. îbnî Mace, Siyam: 49.
  5. îbnî Mace, Siyam: 67.
  6. Muslîm, Selatu'l-Îdeyn: 2.
  7. Muslîm, Selatu'l-Îdeyn: 3.
  8. el-Tergîb We't-Terhîb Trc. 2:332.
  9. Muslîm, Selatu'l-Îdeyn: 20.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.