Celseyên Guantanamo

Celseyên Guantanamo

Celseyên Bersûcên Doza 11ê Îlonê Dest Pê Kir

 Di 11ê Îlona 2001ê de li Emrîka bi teyaran êrîş li qûleyên cêwî hatibû kirin. Li ser hadîseyê îşgalkerê Emrîka, hem li welatê xwe hem jî li welatên muslumana mîna Efğanîstanê, Pakîstanê, İraqê, Yemenê, Somalî, Bahreynê, Kenyayê bi sedan însanê muslumanên bêsûc yan jî bersûc girtibûn, wan di hepsa Ebû ğureyba İraqê û li hepsa Guantanamoyê de xistibûn bin çavan û îşkence û tedeyan. Wehşetên li Ebû Ğureybê eşkere bûbûn. Li Guantanamoyê jî gelek kes ji ber îşkenceyan şehîd ketibûn. Di nav wan de hinek Tirkiyeyî jî, hin kes hatibûn berdan, ên mayî jî di bin îşkence û ğedrê de perîşan bûbûn. Dinya çavên xwe  ji hal û rewşa wan re girtibûn.

Li gor xeberan hat diyar kirin ku di nav wan de Şêx Xalid Muhammedê ku ji hadîseya 11ê Îlonê mesûl dihat dîtin jî heye, pêşcelseyên mehkema 5 muslumanan dest pê kir. Celse ji xelkê re veşartî tê kirin. Celseyên mehkema wan, heta roja înê, li baregeha Guantanamoyê tê kirin. Mehkemebûna wan ya ji teref eskerî ve, wê saleke din bê kirin.

Îşgalkerê Emrîka di 11ê çileya 2002an de vê hepsa Guantanamoyê xistibû fealiyetê. Ji ber îşkencên ku tê de hatibûn kirin, li ser wê gelek niqaş hatibû kirin û girtina wê hatibû xwestin, feqet Emrîka wê zexmtir kiribû.

www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.