Cema’eta Hîzbullah Bi Newaki Sert Pkk'ê Îqaz Kir!

Cema’eta Hîzbullah Bi Newaki Sert Pkk'ê Îqaz Kir!

Cema’eta Hîzbûllah, bi dest Buroya Basinê a Hîzbûllah beyanatek şande tevî saziyên medyayê. Di beyanatê de Pkke hat îqaz kirin û jê hat xwestin ku ji ber bûye sedemê şerê navbera xwe û Hîzbûllah ‘efw û lêborînê bixwaze.

"Bi Navê Allah”

Berî niha gelek cara me ji raya giştî re î’lan kiribû ku em naxwazin bi Pkkê re bikevin şer, em ne terefdarê vê yekê ne, ji şerekî wisa gelê me yên musulman zerarên mezin dîtiye. Lê belê digel vê nêrîna me jî, bi zora Pkkê û nehiştina wî a tu alternatîfî di navbera me de şerek derket. Yê ku vê şerê da destpê kirin û ji bo vê şerê zor da me Pkke ye, wek vê yê ku bû sedemê ev şer di Kurdistanê de belav bibe û zerarê bide gel jî dîsa Pkke ye. Ji ber vê yekê rewşeke me yê ku em rabin ji ber maziya xwe, xwe tenqîd bikin û lêborînê bixwazin nîne. Yê ku sûcdar be divê lêborîn û ‘efwê bixwaze. Ji ber ku yê sûcdar e Pkke ye, yê ku divê lêborînê jî bixwaze ew e.

Bi vê munasebetê di bîranîna vê xisûsê de jî fayde hene: Heya niha di navbera me û Pkkê de tu peymanên agirbestê çênebûye. Ji bo ku peymaneke wisa bê kirin jî divê ku Pkk qebûl bike ev şerê navbera me de derketiye wî destpê kiriye û ji bo tevlî bûna vê şerê wî zorê daye me. Pkke bi tenê dikare li ser navê xwe û kesên pê ve girêdayî xeberde. Divê zanibe ku raya wî a ku karibe li ser navê tevî Kurdan bipeyve tune ye.

Heya îro bi zordana hidûdên sebr û tehemmulê, digel şehadeta birayên xwe me kevir li ser singa xwe girêda û ji bo gelê me yê Musulman zerarê nebîne û neyarên me kêfxweş nebin me ji şer xwe da alî û vê rewşa xwe em hê diparêzin. Lê belê heger hebûna me û gelê me yê musulman bê tehdîd kirin û tu alternatîfên dî neyên hiştin, berdêla wî çibe bila bibe bila bê zanîn ku emê li hember vê yekê bisin.

Ji roja ‘ewwil heya îro me çawa bi îcaza tu hêzî hereket nekiribe, ji îro pê de jî emê bi sitendina îcaza tu hêzî hereket nekin. Emê ji serxwebûn û xisûsiyeta xwe a hereket kirina xweser te’wîz nedin, em dixwazin herkes vê yekê zanibe.

Em nirxandina beyanatên bêperwa yên hinek rayedarên Pkkê ku naveroka wan de tehrîk û provakasyon heye ji gelê xwe re dihêlin.  Em hewce nabînin cewab bidin îtham û îftîrayên besît û bê sewiye ku dubare kirina yên heya niha hatine gotinin.

“Buroya Basinê a Hîzbûllah"

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.