Cemîyeta Mustez’efan, ew ê li Dîyarbekir şehîdên Kerbelayê yad bike

Cemîyeta Mustez’efan, ew ê li Dîyarbekir şehîdên Kerbelayê yad bike

Cemîyeta Mustez’efan, ji bona Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî yên ku li Kerbelayê hatibûn şehîdkirin ew ê li Dîyarbekir bernameyek tertîp bike.

Hat destnîşankirin ku Cemîyeta Mustez’efan, bi minasebeta salvegera şehadetê Hezretî Huseyîn ê nevîyê Pêxember (selat û selam li ser wî be) û 72 hevalên wî yên ku li Kerbelayê hatibûn şehîdkirin ew ê li Dîyarbekir bi şîara “Sekina li Hember Zilmê û Çûndina li Pey Ehl-î Beytê” bernameyek tertîp dike.

Bernameya ku ew ê 8ê Tebaxê yê roja Duşemê li Dîyarbekir bê tertîpkirin, li Parqa Şehîdên 15ê Tîmehê (Parqa Daristanê) ew ê di seat 20.30yan de dest pê bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Mustez’efan ve hat belavkirin de, hemû xelqê Dîyarbekir hatin dawetvankirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.